TEV-DEM salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir

TEV-DEM’ê jî bi daxuyaniyekê salvegera 44. a damezirandina PKK’ê pîroz kir. 

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo salvegera damezirandina PKK’ê daxuyanî da.

TEV-DEM’ê salveher li rêber Apo, gerîla, girtiyan, malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê pîroz kir.

TEV-DEM’ê got:

”Vejîna PKK’ê, li hember faşîzmê bersiv bû û destpêkek ber bi hilhatina berbanga nû li ser Kurdan bû.

Her wiha destpêka avakirina pêvajoya veguhertina nîştimanî ya mezin bû.

Pê re ji bo pêkanîna yekitiya kurdî kar kir û veguherî şoreşeke rizgariya nîştimanî ya Kurdistanê.”

TEV-DEM’ê anî ziman ku tevî komployên li dijî wê jî, PKK’ê karîbû rûya berxwedanê bidomîne.

TEV-DEM’ê bang li hêzên nîştimanî û siyasî kir ku helwestên xwe li hember êrişên Tirkiyê bikin yek.

Back to top button