Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Bekir Elo destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tirk tunekirina gel e.
Bekir Elo behsa derbarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ANHA’yê re axivî û ev tişt anî ziman:
”Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan, sivîlan beriya hêzên leşkerî dike hedef. Bi rêya van êrişan dixwaze gelê herêmê tune bike.
Her wiha projeya neteweya demokratîk têk bibe û vîna gelên azad bişikîne. Ev êriş wê bibe sedem ku DAIŞ ji nû ve çalak bibe.”
Bekir Elo bêdengiya hêzên navneteweyî bi taybet Amerîka û Rûsiya ya li hember êrişan şermezar kir û ew bi berpirsên van êrişan dît.
Bekir Elo bang li gel kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker têkoşîn û berxwedan heta têkbirina dagirkeriyê dewam bikin.