Malbatên DAIŞʹê yên ji kampa Holê reviyan hatin girtin

QSD’ê hejmareke malbatên çeteyên DAIŞʹê yên ji kampa Holê reviyan, girtin. 

Doh li ser kampa Holê liv û tevgera balafirên kêşfê yên dewleta Tirk a dagirker hebû.

Hemwextî vê liv û tevgerê hejmarek ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê reviyan.

Malbatên çeteyên DAIŞʹê piştî demeke kurt, di operasyoneke lêgerînê ya QSD’ê de hatin girtin.

23’yê Mijdarê jî Tirkiyê li nuqteyeke Hêzên Ewlehiyan kampa Holê bombebaran kir.

Di encamê de 8 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

Back to top button