Êrişên dewleta Tirk li dijî Rojava di roja 7’an de dewam dike.
Doh derengiya şevê 15 gundên herêmê bûn armanca êrişan.
Artêşa dewleta Tirk doh gundê Dirdara, Til Tewîl û Tewîla yên Til Temirê topbaran kir.
Her wiha 7 gundên bajarê Kobanê jî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve bi dijwarî hatin topbarankirin.
Gundê Seyda, Hoşan, kampa Eyn Îsa û rêya M4 yên navçeya Eyn Îsayê jî bûn armanca êrişan.
Di heman demê de dagirkeran êrişî gundê Evdik ê kantona Girê Spî jî kirin.
Artêşa Tirk gundê Samûqa yê Şehba û gundê Tinibê yê navçeya Şerayê da ber topan.
Li gel van êrişan doh li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê 3 teqîn çêbûn.