Ciwanên Helebê: Hêzên desthilatdar di şexsê jinan de şerê civakê dikin

Ciwanên Helebê, serhildana Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî desthilata Îranê ya faşîst silav kir û sûcê kuştina keça ciwan a Jîna Emînî şermezar kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi dirûşma “Bi giyanê Jîna Emînî dê şoreşa gelan bi ser keve” xwepêşandanek li dar xist.

Bi sedan şêniyên taxê û ciwan tevlî xwepêşandanê bûn.

Girseya gel li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxê dest bi xwepêşandanê kir û heta çerxerêya Serok Apo ya li herêma Cibênat a rojhilatê taxê meşiyan.

Li çerxerêyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Fatme Silêman axivî û got:

“Hêzên desthilatdar di şexsê jinên azad de, şerê civakê dikin. Ger vîna jinan bişikînin, dê bi hêsanî vîna civakê bişikînin.”

Di dawiyê de Fatme anî ziman ku ev şoreş şoreşa jinan e û dê bi vîna wan a azad bi ser keve.

Back to top button