“Di meha Cotmehê de 46 gund û dever hatin topbaran kirin”

Artêşa Tirk di meha Cotmehê de bi hezaran top û gule bi ser gundên Şêrawa û gundên kantona Şehbayê de barandin.
Di topbarana li ser gundê Aqîbê de 2 zarok birîndar bûn.

Bîlançoya êrişên dewleta Tirk yên di meha Cotmehê de li djiî navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê hate eşkerekirin.

Li gorî wê;

Di meha Cotmehê de artêşa Tirk 46 gund û dever ên girêdayî navçeya Şêrawa û Şehbayê topbaran kirin…

Gund û deverên navborî bi qasî 1587 top û guleyên obîs, hawan û doçka hate topbaran kirin.

2’ê Cotmetê bi balafirên şer gundê Bêlûniyê hat bombebarankirin.

Vê êrişê li pey xwe zirarên madî çêkir..

Di heman rojê de li gundê Merenazê jî droneyeke biçek bombe barandin. Li wir jî zirarên madî çêbûn.

7`ê Cotmehê komeke çeteyên dewleta Tirk êrîş gundê Til Enab ê girêdayî herêma Şehbayê kir.

Di encamê de hem ji hêzên hikumeta Şamê, hem jî ji çeteyên dewleta tirk kuştî û birîndar çêbûn.

10 û 15`ê mehê droneyeke biçek ya dewleta Tirk li baregeha gundê Minixê ya girêdayî herêma Şehbayê xist.

Di êrişa li ser gundê Aqîbê de 2 zarok birîndar bûn

27`ê heman mehê , di encama topbarana li ser gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa 2 zarokê bi navê Semer Idrîs (4) û Ciwan Idrîs (3) birîndar bûn.

Back to top button