Di êrişa li ser Eyn Îsayê de welatiyek şehîd bû

Dewleta Tirk a dagirker doh careke din êrişê gundewarê Til Temir û Eyn Îsayê kir.
Di êrişa li ser Eyn Îsa de welatiyek şehîd bû.

Artêşa dagirker doh derengiya şevê gûndê Gozeliyê, Til Tewîl, Tewîla yê dikeve rojavayê navenda navçeya Til Temirê ku li beramberî rêya M4 in bi obîsan topbaran kirin.

Di heman demê Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker rêya M4 a rojavayê navenda navçeya Til Temirê bombebaran kir.

Her wiha artêşa dagirker doh saetên piştî nîvro gundê El-Xaldiye yê navçeya Eyn Îsayê jî topbaran kir.

Di encama topbaran artêşa dagirker de welatiyê bi navê Beşar Receb El-Nezhan ê 38 salî şehîd bû..

Dîmenên Eyn Îsaya di hewuzê Sozdar Mexmûr de ye – Dîmenên birîndaran

Back to top button