Bi boneya vê rojê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê daxwiyaniyek da .
Rêveberiyê diyar kir ku Berxwedana Kobaniyê dostaniya cîhanê bi kurdan re xurtir kir û got :
“Di wê roja dîrokî de, xwepêşandenên ji hemû welat, netew, ol û baweriyan daketin qadan.
Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê roleke girîng lîst..”
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi boneya 1’ê Mijdarê roja Cîhanê a Kobanê daxwiyaniyek da ..
Rêveberiya Xweser di daxwiyaniya xwe de ev yek got:
“Di 1’ê Mijdara 2014’an de hemû gelên cîhanê bi hev re bûn yek û piştgirî dan berxwedaniya Kobanê.
Bi milyonan gelê cîhanê xwepêşan lidarxistin û daketin qadan û alên YPG û YPJ’ê rakirin
Bang li civaka navneteweyî kirin ku destekê bidin berxwedaniya gelê Kurd ji bo ku tedbîrên lezgînî bigirin.
Di wê roja dîrokî de, xwepêşandenên ji hemû welat, netew, ol û baweriyan daketin qadan..”
Rêveberiya diyar kir ku di bin dirûşmeya “Ji bo Kobanê û mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê seferberiya cîhanî” hat îlankirin û wiha domand:
Roja Cîhanî ya Kobanê di gihandina şoreşa Rojava ya cîhanê de û veguherandina wê ji bo tevahiya mirovahiyê roleke girîng lîst.
Serkeftina ku hat bidestxistin bi vîn û hêza şervanên YPG û YPJ’ê û piştgiriya gelên kurd û hemû gelên cîhanê bû.
Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê roleke girîng lîst..
Ev berxwedanî û rihê wê hê jî didome û bi vî rihî berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî dewleta Tirk jî bidome.”
Rêveberiya Xweser a herêma Firatê di dawî de spasî piştgiriya gelên cîhanê kir û bang li he hemê hêz û gelên azadîxwaz û dostên kurdan kir ku weke kobanê li dijî êrişên dewleta dagirker jî piştgiriya xwe bidomînin.