Siyasetmedarên jin ên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kirin ku mitînga dê sibê li dar bixin, mudaxileya li dijî polîtîkayên îqtidarê ye û gotin:
“Mitîng dest pêk û ragihandina heyama nû ye. Em li benda her kesê li dijî vê pergalê ne.”
Tifaqa Ked û Azadiyê sibê ango di 15’ê çile de li Meydana Kartalê ya Stenbolê mitînga yekemîn li dar dixe.
Mitîng saet di 13.00’an de dest pê dike û amadekariyên mitîngê bi dawî bûn.
Pêkhateyên Tifaqê li navçeyên Stenbolê belavok belav kirin.
Siyasetmedarên jin ên pêkahateyên Tifaqê banga beşdariya mitîngê li xelkê Stenbolê kirin.
Tifaqa Ked û Azadiyê: Mitînga sibê destpêk û ragihandina heyama nû ye
Hevberdevka Rêxistinkirina HDP’ê ya Stenbolê Besra Îş-sever diyar kir ku 20 sal in ew bi desthilateke şerxwaz re rûbirû ne û got:
“Bi şer û feqîriyê re zextên li ser civakê jî zêde dibin.
Îdiaya me ew e ku em siyaseta Rêya 3’yemîn li pêş bixin da ku jibo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bibe bersiv.”
Besra Îş-sever bal kişand ser şer û tecrîda li Tirkiyeyê tê meşandin û wiha dewam kir:
“Em ê di mitîngê de ji şer û tecîdê re bêjin na û li dijî van peyaman bidin.
Em li benda hemû gelên xwe ne. Beşdariya mitîngê girîng e.”
Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) a Bajarê Stenbolê Nîlay Kûş jî destnîşan kir ku eleqeya gel a ji bo wan zêdeye û mîting wê bi girseyî derbas bibe.
Berdevka Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) a Bajarê Stenbolê Melîs Ak-yurek jî anî ziman ku mitînga wan li dijî neheqî, bêhiqûqî, kedxwarî û feqîriyê ye û got:
“Mitînga me destpêk û ragihandina heyamek nû ye.
Divê em ji hemû tengasiyên li Tirkiyê re bêjin bes e.
Em hemû kesî vedixwînin mitînga me ya bi coş û tijî bendewarî.”