Endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Nûda Reşîd diyar kir ku wan 6 hewledanên çeteyên dewleta Tirk a ketina Gundên Minbicê têk birin.
Nûda Reşîd diyar kir ku ev hefteyeke êrişên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk li ser Minbicê ranewestiyane û got:
”Li herêmên nêzî eniyên şer 6 hewldanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ketina gund û nuqteyên hêzên me çêbûn.
Lê şervanên me baldar bûn, bersiva êrişan dan û çeteyan têk birin, kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.”
Nûda Reşîd tekez kir ku êrişên dijwar ên dewleta Tirk wê neghêjin armancên xwe û wiha dewam kir:
“Şervanên me li eniyan parastina xwe dikin û tu windahiyên hêzên me çênebûne.”
Hêzên me berpirsyariya parastina herêmê girtiye ser milê xwe û dê her êrişên vê demê û yên siberojê têk bibin.”