Artêşa Tirk a dagirker doh careke din gundewarê navçeya Şêrawa, Zirgan, Til Temir û Girê Spî topbaran kir.
Artêşa dagirker doh derengiya şevê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa topbaran kir .
Her wiha gundê Tawilê yê navçeya Til Temirê jî topbaran kir.
Artêşa dagirker heman wextê bi çekên giran û moşekan rojhilatê navçeya Zirganê da ber topan .
Gundê Îbrahîm Kurdo yê rojavayê Girê Spî jî bû armanca êrişan .