Çete: Hemû tevgera me li herêmê bi alîkariya Tirkiyê ye

Şaneyeke ku bûyerên kuştinê li Kampa Holê û êrîş li dijî Hêzên Asayîşê pêk tanîn, hatin girtin û Ronahî TV mikurhatinên wan bi dest xistin..

Ew çete bi hevkariya MIT’a Tirk re, bêhtirî 10 kes di nava wan endamên Asayîşê hene, kuştine û hewl didan, malbatên DAIŞ’ê ji Kampa Holê birevînin.

Her wekî li xwe mikur hatin ku, wan bi rêbazên weke çakûç û tiştên weke wî, penaber di Kampê de kuştine..

Endamên vê şaneyê, bi serbestî diçûn Girê Spî ya daigkirî û ji wir desteka çek û pereyan werdigirtin, da ku daxwazên MIT’a Tirk pêk bînin.

Bi 6 planan, bêhtirî 10 kesan di nava wan de endamên Asayîşê hene, li ser destê vê şaneyê jiyana xwe ji dest daye û bi pers pektîvên MIT’a Tirk planên mezin li dijî Hêzên ewlehiyê digerandin..

Bi hevkariya di navbera serçeteyê DAIŞ’ê yê ji Mûsilê ê bi nave Cerah û Umer Ewad yên di Kampa Holê de, 6 kes bi rêbazên curbecur di hindirê Kampê de kuştine.

Serçete Cerah kordîneyê bi MIT’a Tirk re dike û Umer jî weke qaçxaçî diçe Girê Spî ya dagirkirî û vedigere.

Cerahê serçete, ji Kampa Holê direve Tirkiyê û ji wir jî perspektîvan dide endamên şaneyê yên di hindirê Kampa Holê de , da ku li dijî Asayîşê, êrîşan pêk bînin.

Umer Ewad ji Girê Spî ya dagkirî vedigere Dêra Zorê û şaneyeke din ava dike û 2 mayînan di erebeyên Asayîş de diteqînin û hin endamên wan şehîd bûne..

Bi daxwaza MIT’a Tirk, ev şane hewl dide çek û cebilxanyê derbasî hindirê Kampê bike û malbatên DAIŞ’Ê jî ji Kamê birevîne..

Lê belê ew armanca wan negihaşt serî û çete Umer Ewad û kesên pê re, bi destê Dezgeha Ewlekariya Giştî ya Asayîşê hatin girtin.

Ev çete li belgeyeke din a hevkariya di navbera Dewleta Tirk û DAIŞ’ê de mikur hatin û eşkere dibe ku bê çawa û kî çekan dide şaneyên DAIŞ’ê da ku sivîlan li hindirê Kampa Holê û herêmê bikujin.

Operayonên lêgerînê yên Asayîşê li van şaneyan berdewam e û heta niha jî hişmendiya xeter a DAIŞ’Ê bi dawî nebûye û li gorî QSD’ê, pêwîst e cîhan di şerê li dijî DAIŞ’ê desteka wan bikin.

Back to top button