YE: Welatên Ewropî ji kirinên Tirkiyê bifikar in

Li Rojhilatê Deryaya Spî, kiryar û sûcên dewleta Tirk ên lêgerina li gazê ji aliyê wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê ve hatin şermezarkirin. Wezîran ji ber mijarê fikarên xwe anîn ziman.

Duh, wezîrên Yekîtiya Ewropayê civîneke bi dîmen bi wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re li dar xist.

Piştî civînê, Nûnerê Bilind ê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (wezîrê derve yê YE) Josep Borrell ragihand ku piraniya welatan metirsiya xwe ji kirinên lêgerînê yên Tirkiyê li Deryaya Spî anî ziman û banga pêşîgirtina van kirinan kirin.

Borrell diyar kir ku Yewnanistan û Qibrisê giliyê dewleta Tirk kirine, ku hîna operasyonên lêgerîn û vekolînê li herêmê dewam dike.

13ê vê mehê, Amerîkayê jî banga rawestandina van operasyonan li dewleta Tirk kiribû..

Li gorî Josep Borrell, wê têkiliyên Ewropa-Tirkiyê careke din li ser maseyê bên danîn, ew jî wê di civîna Yekîtiyê ya bê de werin giftûgokirin.

Back to top button