Enwer Muslim: Yekîtî û hevgirtin, wê Sûriyê ber bi demokratiyê bibe

PYD civînên xwe yên bi gel re didomîne. Vê carê jî PYD’ê ji şêniyên navçeya Til Temirê re civîneke berfireh li dar xist.

Civîn, li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan bi amadebûna bi dehan şêniyan pêk hat.

Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim di civînê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî Başûrê Kurdistanê dike da ku destkeftiyên li wir têk bibe.

Ji bo têkbirina êrîşên dagirkeriyê, Muslim îşaret bi diyloga Kurd-Kurd kir û got:

“Yekîtî û hevgirtin wê Sûriyê ber bi rewşeke demokratîk a nenavendî bibe.

Lewma em bang li gelê herêmê dikin ku dest bidin hev da ku pirsgirêk û zehmetiyan derbas bikin.”

Piştre, beşdarên civînê derbarê pirsgirêk û daxwazên xwe de nerînên xwe anîn ziman.

Back to top button