Dewleta Tirk El-Nusra li Girê Spî jî bi cih kir

​​​​​​​Li heremên dagirkirî projeya bi cihkirina bermahiyên El-Qaîde didome.
Dewleta dagirker li Girê Spî jî bi dehan çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra ya berê) bicihkir.

Ev bi cihkirina çeteyan doh pêk hat.

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker bi dehan çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra ya berê) derbasî navenda kantona Girê Spî ya dagirkirî kirin.

Çavkaniyan da zanîn ku çete di deriyê sînor ê Girê Spî re ku di bin kontrola çeteyên dagirkeriya Tirk de ye, derbas bûne.

Dagirkeriya Tirk piştî ku çeteyên El-Nusra li Efrîn û gundewarê Minbicê bicih kir vê carê van çeteyan beş bi beş derbasî Girê Spiya dagirkirî kir.

Çavdêr vê gava dewleta Tirk a dagirker weke amadekariya şereke nû li hember heremên Rêveberiya Xweser şîrove dikin.

Ji xwe beriya du rojan nûçegihanê me ragihand ku dewleta dagirker li xeta Girêspî û heta zirganê seyterê şer ê axê ava dikin û hejmara çeteyan li se wê xetê zêdekirine.

Back to top button