Ji bo kuştina şêfê çeteyên DAIŞ’ê Ebullah Qirdaşî Jeo Biden spasiya QSD’ê kir

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê spasiya QSD’ê kir ku di operasyona kuştina şêfê çeteyên DAIŞ’ê de hevkar bû.

Joe Biden di kongreyeke çapemeniyê de agahiyên derbarê kuştina şêfê çeteyên DAIŞ’ê Ebullah Qirdaşî li bajarokê Atmê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de eşkere kir.

Biden got:

Em spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin ku di operasyona kuştina şêfê DAIŞ’ê li bajarokê Atmê de alîkarî da me.

Biden anî ziman ku şêfê DAIŞ’ê berpirsê gelek komkujiyan e, nemaze êrişa li ser girtîgeha Hesekê û got:

Ebdullah El-Qirdaşî li girtîgeha Xiwêran çavdêriya qetilkirina sivîlan dikir.

Joe Biden diyar kir ku şêfê DAIŞ’ê yê hatî kuşin, bi bombeyê ku li xwe pêçandibû hat kuştin.

Rêveberê SOHR’ê Ramî Ebdurehman diyar kir ku helîkopterên amerîkayê ji baregeheke leşkerî ya li Kobanê derket, hêzên taybet ên QSD’ê beşdarî operasyona li Idlibê bûn.

Back to top button