Şemsa Bekir: Şoreşa Rojava yek ji deskeftiyên berxwedanê ye”

Berxwedan û Têkoşîna jinê li himber zordariyê, mohra xwe li dîroka jina azad xist, yek ji wan jinan jî Şemsa Bekir. Şemsa diyar kir ku Şoreşa Rojava di jiyana jinên Ereb de guhertinên gelekî mezin û bi wate da çêkirin û enerjiya me ya veşartî derxiste holê.

Li hember zihniyeta baviksalarî ku jinê her dem hedef digire çirûska azadiyê ya Şoreşa Rojava ku ji Kobanê dest pê kir ji bo jinê bû sedema serdemeke nû.

Jinên ereb ev çirûsk wekî ronahiyekê di jiyana xwe de dibînin û ji bo tevahî jinên cihanê Şoreşa Rojava wekî derbasbûna jinê ya qonaxek nû dibînin.

Yek ji wan jina koçber Şemsa Bekir a 56 salî ye ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê neçarî koçberiyê bû û niha li Kampa Waşûkanî dimîne.

Şemsa ji gundê Leylan ku li Rojavayê Til Temirê dikeve ye.

Şemsa diyar kir netew-dewlet ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe jinan dike hedef û got:

Sîstemên netew-dewlet di nava civakê de tebeqeya dide avakirin, di rêya kolekirina jinan de civakê dike koleya berjewendiyên xwe.

Di sîstema Rêjîma Sûriyeyê de mafên xwezayî yên pêkhateyan hatibû xwarin bi taybet mafên Gelê Kurd.

Şemsayê da zanîn ku Şoreşa Rojava bendava koletiyê şikand û wekhevî di navbera pêkhateyan de da avakirin û wiha pê de çû:

Li hember sîstemên netew-dewlet sîstema Netewa Demokratîk ku yek ji berhem û deskeftiyên şoreşa Rojava ye hate pejirandin û rûniştandin.

Ev deskeftî jî bi saya berxwedan û têkoşîna bi sedan jinên şoreşger e.

Di Şoreşa jinê berxwedana şehîd Sakîne Cansiz bû nimûneya jina azad, em wekî jinên ereb em pir bi hêz, berxwedan û têkoşîna wê bandor bûn.

Back to top button