TJA: Em ê têkoşîna azadkirina tevahî zimanan bi rêve bibin

Tevgera Jinên Azad TJA’ê, bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand û banga xwedî derketina zimanê kurdî kir.

TJA’yê di peyama xwe de bal kişand ser pirsgirêkên pêşiya zimanê kurdî derdikeve û got:

Pirsgirêka ziman di heman demê de pirsgirêka jinê ye.

Ji ber ku yên herî têkoşîna ziman û xwebûnê didin jin in.

Jiyana civakî ya kevnar bi vegotina jinan mayînde bû ye.

TJA’yê diyar kir ku serdestên Tirkiye her dem xwestiye jinên Kurd bê ziman bike.

Ji ber ku jin nasnameye û avakirina civakê ye ev êrîşen dijwar li ser jina Kurd tê domandin.

TJA’yê dawiyê banga xwedîderketina li zimanê Kurdî kir û destnîşan kir ku ew ê piştevaniyê bidin têkoşîna azad-kirina tevahî zimanan.

Back to top button