Li Şengalê êrişên dewleta Tirk bi meşekê hate şermezarkirin. Di meşê de Şengaliyan got: Îradeya me ji tank û topên we bihêztire.
Bi sedan xelkê Êzidî û pêkhateyên Ereb ên Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan û bi dirûşmeyan êrişên dewleta Tirk û bêdengiya hikûmeta Iraqê şermezarkirin.
Meş bi Pêşengiya Meclisa xweseriya Demokartîk a Şengalê pêk hat.
Gel ber bi Seytereya Mişterk ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû bombebarankirin ve meşiyan.
Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Hisên Hecî daxuyanî da û got: Ev êrişa li dijî hemû pîvanên navneteweyî û navxweyî ne.
Dewleta Tirk bê ku hesab ji kesî re bike serweriya xaka Iraqê binpê dike.
Ti helwest ji aliyê Iraqê ve li hemberî van binpêkirinên li ser serweriya Iraqê û civaka Êzidî nine.
Bang li raya giştî ya cîhanê hat kirin ku rê li ber êrişên dewleta Tirk a li ser Şengalê bigirin.
Li ser navê Meclisa Ereban a Gundê Medîban Xideyir Saleh jî êrişên li ser Şengalê şermezar kir û bang li Iraqê kir ku sînorekî ji bo van êrişan dane û êdî bêdeng nemîne.
Endama Kordinesyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel jî got:”Emê ti carî Şengala xwe ji dijmin re vala nekin.
KCDK-E: Divê çalakiyên me di asta herî bilind de bidomin
Li dijî van êrişên dawî yên dewleta Tirk li seranserî bajarên Ewropayê jî çalakî pêk tên.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser van êrişan daxuyaniyek da.
KCDK-E tekez kir ew ê çalakiyên xwe bidomînin û ev bang kir:
”Divê Kurd û dostên xwe yên li Ewropayê li dijî êrişên Tirkiyê çalakiyên xwe di asta herî bilind de bidomînin.”