Civîna Wezîrên Parastinê yên NATO’yê mijara serekê dagirkeriya dewleta Tirk e

Wezîrên Parastinê yên NATO’yê dicivin.
Mijara sereke jî helwestên welatên Ewrûpa ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk a bakur û rojhilatê Sûrî ye.

Wezîrên Parastinê yên NATO’yê îro ji bo civînê li Brukselê hatin cem hev.

Civîn wê 2 rojan dewam bike û weke mijarên serekê têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê û projeya Almanya ya ji bo hêzeke Ewrûpî li ser sînorê bakur û rojhilatê Sûrî were bicihkirin û agirbesta li herêmê were nirxandin.

Tê payîn ku di dawiya civînê de li ser van mijaran hin biryar werin girtin.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg li ser rojeva civînê duh daxuyanî dabû û gotibû, “Rojeva sereke ya civînê wê rewşa dawî ya li bakurê Sûrî be. Hevalbendên me wê li ser mijarê nîqaşeke zelal û rast bikin.”

NÛNERÊ NY GEIR PEDERSEN:
DIVÊ LI HERÊMÊ TI OPERASYONEKE LEŞKERÎ PÊK NEYÊ

Li aliyekî din, Nûnerê NY yê Sûriyê Geir Pedersen jî diyarkir ku divê ti operasyoneke leşkerî li herêmê çênebe ji ber wê bandorê li jiyana sivîlan bike.

Pedersen got, divê maf û berjewendiyên hemû pêkhateyan di ber çavan re werin derbaskirin û rê li ber vegera DAIŞ’ê were girtin.

Leave a Reply

Back to top button