Desteya jin ya herêma Firatê civîna xwe ya mehan e bi beşdariya hemû sazî û dezgehên jin li dar xist.
Di civînê de geşkirina xebatên jin li herêma firatê, çareserkirina pisgirêk û derbaskirina astengiyan hatin niqaşkirin.
Yek ji mijara girîng a civînê xwekuştin û zewaca bi temenê biçûk yê jinan bû.
Civîn bi girtina gelek biryaran bi dawî bû.