Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê gerîlayên ku li 4 deveran operasyonên şoreşgerî pêk anîn, pîroz kir û êrişên li dijî Rojava jî wiha nirxand:
“Eşkere ye ku dewlet û artêşeke xurt wê li dijî hêza leşkerî ya li hemberî xwe şer bike, Ne cih û warên sivîlan bike armanc.
Ev yek êrîşeke tirsonekiye û rewşa wî ya têkçûnê jî nîşan dide.”
Gerîla 22 û 23’ê Kanûnê li dijî leşkerên artêşa dagirker li Zapê, Xakurkê û Metîna operasyonên şoreşgerî pêkanî.
Li Xakurkê di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ehmed Rûbar de 27 dagirker hatin cezakirin.
Li Metîna 9 li herêma Girê Amedî yê Zapê jî bi çalakiyek ji 7 aliyan ve bi koordîneyî û operasyona şoreşgerî hat lidarxistin û 34 dagirker hatin cezakirin.
Li Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Eyaleta Zapê jî 18 dagirker hatin cezakirin.
NPG: Dewleta Tirk mehkûmî têkçûnê ye
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG bi peyamekê gerîlayên ku li 4 deveran operasyonên şoreşgerî pêk anîn pîroz kir û got:
“Em hemû şervan û fermandarên ku tevlî çalakiyan bûn pîroz dikin.
Divê were zanîn ku li ser bingehê stratejiya şoreşgerî ya ku em pêk tînin, dewleta Tirk mehkûmî têkçûnê ye.
Dewleta Tirk a ku serhev ji gerîla derbeyên giran xwar, derew dike ku hêzên me gelek windahî dane.
Bi vî rengî hewl dide raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê bixapîne.
Lê ji derveyî hevrêyên me Memyan, Helmet, Welat û Huseyîn di vê pêvajoyê de ti windahiyên me çênebûne.”
NPG: Êrîşa li ser qadên jiyanê, tirsonektî ye
NPG’ê dazanîn ku tirkiyê piştî operasyona şoreşgerî berê xwe daye qadên jiyanê yên sivîl ê Bakur û Rojhilatê Sûrî û ev nirxandin kir:
“Eşkere ye ku dewlet û artêşeke xurt wê li dijî hêza leşkerî ya li hemberî xwe şer bike, Ne cih û warên sivîlan bike armanc.
Ev yek êrîşeke tirsonekiye û rewşa wî ya têkçûnê jî nîşan dide.
Tirkiyê qanûnên şer ên navneteweyî binpê dike û li dijî gelê me terora dewletê pêk tîne.
Lê wê teqez serkeftin ya vîna şoreşgerî ya biratiya gelan, demokrasiyê be.”
KCK’ê, KONGRA GEL, KNK’ê û DEM Partî êrişên ser Rojava şermezarkirin