Jinên Stanoblê bi klamên Kurdî daxwaza edaletê dikin

Nobetên Edaletên yên bi daxwaza rakirina tecrîda li dijî rêber Abdulah Ocalan hatiye destpêkirin hîna jî dewame.
Dayikên di nobetê de dibêjin, em dev ji doza xwe ya azadî û aştiyê bernadin ji ber em dizanin heta Rêber Apo azad nebe ti kes azad nabe.

Çalakiya greva birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKKê û PAJKê bi duruşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” dane destpêkirin mehek li dû xwe hişt.

Nobetên Edaletê yên li Amed, Wan, Mersîn, Edene û Stenbolê ji bo piştgiriya berxwedana zindanan hatiye destpêkirin bi pêşengiya dayikan dewam dike.

Li Stenbolê welatî serdana çalakiyê dikin û beşdarvanên çalakiyê bi strana û moraleke mezin çalakiya xwe didomînin.

Çalakiya nobetê ya li Wanê bi biryardarî didome

Li Wanê jî bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan Nobeda Edaletê hat destpêkirin.

Rêxistina DBP’ê ya navçey Bêgirî ya Wanê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û parementerên Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê serdana çalakiyê kirin.

Beşdarvanên çalakiyê di serdana xwe de gotin ewê li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê li berxwe bidin û ve ji doza xwe bernedin.

Besna Gunay: Heta Rêber Apo azad nebe cîhan azad nabe

Li Mêrdînê dayika Aştiyê û dayika girtî Besna Gunay der barê grevên birçîbûnê û Nobeta Edeletê de nirxandin kir.

Besna destnîşan kir ku divê tecrîd li dijî rêber Abdullah Ocalan bê rakirin û balkişad li ser greva birçîbûnê ya girtiyan.

Besna got: ”Em zanin çima zarokên me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Em jî piştgiriya wan dikin.

Em ne ji girtin û ne jî ji mirinê natirsin. Em jî di nava çalakiyan de ne.”

Besna Gunay her wiha diyar kir ku heta rêber Apo azad nebe cîhan azad nabe û banga tevlibûna Nobeta Edaletê kir.

Çalakiyên nobeta edaletê

Back to top button