Li Colemêrgê..leşkerên Tirk bi darê zorê 20 kes binçavkirin û birin herêma şer

Ev sê roj in li Gever a Colemêrgê şerekî dijwar heye.
Li wir Artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyona leşkerî kiriye.
Li Geverê niha ketin û derketina gelek gundan hatiye qedexekirin.
Duh dewleta tirk di nav de zarok 20 kes bi darê zorê birine herêma şer.
Li bajarê Edene û Amedê jî li ser navendê çanda Binevş û Dîle û gelek malan de hat girtin û li wir jî gelek kes hatin binçavkirin.

Tevgera dagirkeriyê ku roja şemiyê li herêma Astenga Reş a di navbera gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo ya navçeya Geverê ya Colemêrgê hatiye destpêkirin îro jî didome.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ku li herêmê şereke dijwar diqewime, gelek tîmên tenduristî û ambulans ji bo herêma şer hatiye şandin.

Hat gotin leşkerên Tirk doh ber bi êvarê bi wesayîtên zirxî li ser gundan de girtine û dema serdegirtina gundan de zarokekî 8 salî û jinên pîr jî di nav de herî kêm 20 kes bi darê zorê birine herêmên şer.

Her wiha şivanê gundê Şîşemzînê yên ji herêmê jî hatine binçavkirin.

Duh derengiya şevê leşkerên dagirker 7 kes birine Fermandariya Cendermeyan a Kisikliyê. 13’ê din jî birine fermadariya Cendirmeyan a Navçeyê.

Duh êvarê leşkerê dagirker 11 kes berdan û gundiyên din jî hîn di bin çavan de ne.

Hate ragihandin vê sibê careke din leşkerên artêşa dagirker ew 11 kesên ku berdabûn û tevî hinek kesên din birine herêma şer.

Ji ber ku şivan jî hatine binçavkiirn, hate diyarkirin 5 hezar pez û dewarê gundiyan jî winda bûne.

Destûr nayê dayîn ku gundî biçin li pez û dewarên xwe jî bigerin.

Li Edene û Amedê gelek kes hatin binçavkirin

Ji aliyek din jî bi biryara serdozgeriya Edenê polîsên tirk vê sibê li bajarê Edenê û Amedê di ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevş a Edenê û Komeleya Navenda Çandê ya Dîcle ya Amedê û gelek malan de girt.

Polîsên Tirk di serdegirtinan de li Edenê Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş jî di nav de gelek kes bi lêdanê binçavkir.

Ev jî dîmenê dema binçavkirina welatiyan e.

Li Amedê jî di serdegirtina navenda ya Çandê Dicleyê de polîsan dest danî li ser compîtir û hardîskên navendê û li Amedê stranbêjên Koma Pelê Ilyaz Arzu, Mehmet Saruhan binçav kir.

Li navçeya Qosera Mêrdînê jî serokê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav hate binçavkirin. Hat ragihandin derbarê 38 kesan de biryara binaçvakirinê heye.

Back to top button