Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Li Îran û Rojhilata Kurdistanê serhildana ji bo azadiyê di roja 89’an de ye.
Tenê rojek maye ev serhildan sê mehên xwe tejî bike.
Deshilata Îranê ya bi darvekirinê dixwaze dawî li van daxwaza bêne jî tenê hêrsa gel zêde kiriye.
Ji bo merasîma çilrojiya kesên ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin careke din xwepêşandêr li qadan bûn.

Piştî 34 salan serhildana herî girseyî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dike.

Ev serhildan tevî darvekirin, kuştin, girtin û êşkenceyê jî pêk tên.

Serhildan 88 roj li pey xwe hişt

Serhildana gelan duh 88 roj li pey xwe hiştin.

Duh dewleta Îranê ciwanek din ê bi navê Mecîd Reza Rehneweder darvekirin.

Mecîdê 23 roj bûn ji ber tevlî xwepêşandanan bibû hatibû binçavkirin.

Beriya wê bi çend rojan xwepêşanderê bi navê Muhsîn Şikarî jî hatibû darvekirin.

Duh li bajarên Şîraz û Meşhed dijî darvekirina xwepêşaderan xwendekarên jin meşiyan.

Li hinek zanîngehên Îranê jî çalakî û greva xwendekaran bê navber dewam dike.

Herwiha her du xwepêşanderên hatine darvekirin, hatin bîranîn.

Girtiyên siyasî banga rawestandina darvekirinan kirin

18 girtiyên siyasên yên li girtîgeha Ewîne, bi nameyek vekirî darvekirina xwepêşanderan şermezarkirin û banga rawestandina darvekirinan kirin.

Li ser asta Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li bajarê Şino, tê gotin jimara xwepêşanderên hatibûn binçavkirin û cezayê darvekirinê li wan de hatiye birîn, gihişt 6’an.

Xwepêşanderên cezayê darvekirinê bi ser wan de hatiye birîn evin;

“Şehram Meruf Mula, Karwan Şahî Perwane, Reza Îslam Dost, Hejar Hemîdî, Ferzad û Ferhad Tehezade.”

Li gorî agahiyan li bajarê Serdeşt piştî ciwanê bi navê Şehryar Adil ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin, êşkence lê hatiye kirin û jiyana xwe ji dest daye.

Li Rojhilatê Kurdistanê merasîma çilrojiyê

Îro li bajarê Merîwan ya Rojhilatê Kurdistanê merasîma çil rojiya Nesrîn Qadirî ku di xwepêşandanên Tahranê de hatibû kuştin pêk hat.

Tevî hemû girtin, kuştin, darvekirin û binçavkirinan xwepêşandan dewam dikin.

Back to top button