Çîn girava Taywanê ditirsîne

Piştî bêdengiyek demkurt, careke din Çînê, grava Taywanê tirsand
Di asta rekorê de balafirên Çînê derbasî Qada Naskirina Parastinê (ADIZ) a Taywanê bûn.
Vê yekê careke din fikarên hikumeta Pekînê amadekariyên êrişeke li ser Taypê dike bi xwere anî.

Rêveberiya Çînê dest ji xeyalên ku Taywanê bi xaka welat ve girê bide bernade.

Di demekî wiha de, Çînê careke din bi tevgera xwe gef li Taywanê xwar.

Pekîn piştî hilbijartina Seroka Taywanê Tsai Ing-wen, ku li ser serxwebûna Taywanê israr dike, zextên leşkerî, dîplomatîk û aborî li ser cîranê xwe zêde kir.

Di asta rekorê de balafirên çînê derbasî asîmanên Taywanê bûn

Îro Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku di nava 24 saetên borî de 21 balafir derbasî Qada Naskirina Parastina Asmanî ya Taywanê bûne.

Ji van balafiran 18 yên cureya H-6 in.

Ev cûre xwedî taybetmendiyeke wihane ku dikarin çekên nukleerî jî rakin.

Ev ji dema ku Taypê Îlona 2020’an dest bi weşandina daneyên binpêkirina qada hewayî ya rojane kir û heta niha jimara herî zêde ya binpêkirinê bû.

Çînê hefteya borî qedexeyên nû yên îthalatê li ser xwarin, vexwarin û hilberînên masî yên Taywanî danî.

H-6 balafira sereke ya Çînê ye û dikare serikên nukleerî hilgire.

Pir kêm tê dîtin ku Çîn rojekê de bêtirî 5 bombeyên H-6 bişîne qada asmanî.

Ev yek di hefteyên dawî de pir zêde bûye.

Ji Cotmeha 2021’an ve heîr zêde Çînê 16 ji van balafiran şandiye qadên herêmê.

Amerîka: Em ê bi leşkerî bersiv bidin

Beriya niha Serokê Amerîka Joe Biden jî li ser mijara Taywanê Çîn hişyar kiribû ku eger li dijî gravê êrişek pêk were ew ê bi leşkerî bersiva vêyekê bidin.

Back to top button