Zelensky: Piştevaniya bû Ukrayna dewam bikin

Şerê li Ukrayna dirêj û dirêj dibe.
Li cihê dawî hatina şer bangên ji bo girtina çekan tê kirin.
Serokomarê Ukrayna Zelensky ji welatên G7 daxwaza bihêzkirina sîstema parastina asmanî kir.
Her wiha Zelensky bang li Putin jî kir ku heta cejna Noelê leşkerên xwe ji welat vekişîne.

Şerê li Ukrayna wê sersalê jî bibîne.

Di şerê ku ev 10 mehin dewam dike de, ti nîşaneyên ku wê di nava demek kin de bi dawî bibe xuya nake.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bi rêya vîdyo konferansê beşdarî civîna serokên welatên G7 ya li Almanya pêk tê bû.

Zelensky diyar kir ku şerê li dijî Rûsyayê bi mehan e li wî welatî dewam dike û ew ji bo alîkariyên leşkerî, civakî û aborî yên ji bo Ukraynayê spasiya welatên G7 dikin.

Serokomarê Ukraynaya daxuyakirin ku ji ber şer dewam dike pêwistiya Ukraynayê bi hevgirtineke xurt heye û wiha got,

“Ez ji we hemûyan daxwaz dikim ku sala bê jî piştevaniya ku tê dayîn bidomînin.

Rûsya êrîşên xwe didomîne û ji ber vê jî divê piştgiriya ji bo Ukraynayê dewam bike.”

Volodymyr Zelensky bal kişand ser wê yekê ku Rûsya ji Ukraynayê zêdetir xwedî sîstemên mûşekî û topan e û ev tişt anî ziman:

Divê alîkariya çekan were zêdekirin.

Pêdiviya Ukraynayê bi pergalên topavêj, çek û piştgiriya topên domdar heye.”

Zelensky: Êrişên ser navendên enerjiyê wê bandor li Ewropa jî bike

Zelensky îşaret bi êrişên Rûsya yên li dijî binesaziya welat kir û eşkere kir ku ev yek wê bandoreke neyînî li Ewropa jî bike.

Piştî ku Rûsyayê navendên binesaziya krîtîk li Ukraynayê kir hedef, Amerîkayê bi nirxê 13 mîlyon dolar alavên elektrîkê şandin Ukraynayê.

Serokomarê Ukraynayê bal kişand ser wê yekê ku ji bo pêkanîna formula aştiyê ya ku ji aliyê Ukraynayê ve hatiye pêşniyarkirin divê forumeke navneteweyî were organîzekirin.

Ji Zelensky bo Putin: Heta Noelê leşkerên xwe vekişîn e

Volodymyr Zelensky bang li Rûsyayê kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê gavên pêwîst bavêje, bi bîr xist ku wê di rojên pêş de cejin li seranserê cîhanê bê pîrozkirin.

Zelensky ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin xwest ku heta cejna Noelê artêşa xwe xaka Ukraynayê vekişîne.

Her wiha diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku eger çareseriya wî ji Rûsyayê re pêşniyar kiriye pêk were, pêkan e ku aştî pêk were.

Ji ber wê yekê ew niha li benda Moskowê ne.

Putin piştî 10 salan civîna çapemenî a kevneşopî betal kir

Li aliyekî din Putin piştî 10 salan cara yekem civîna xwe ya çapemeniyê ya kevneşopî ya dawiya salê betal kir.

Back to top button