Li Dirbêsiyê merasîma xiyabî hate li darxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Dirbêsiyê ji bo du şehîdan merasima xiyabî lidarxist.

Îro li Goristana Şehîd Rustem Cûdî merasîma xiyabî ya şehîd Amara Çiya û şehîd Dildar Erebo re li dar xist.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD’ê Umran Orkêş axivî û îşaret bi rola şehîdan a parastina herêmê kir.

Apê şehîd Dildar Erebo jî li ser navê malbatê axivî û got: “Rêya yekane a azadiyê berxwedan e.”

Paşê babîrê Ş.Amara Çiya, Şêxmûs El-Mihemed axivî û got şehîd Amara şehîda hemû Kurdan e.

Zîlan Mihemed ‘bi nasnav Amara Çiya Tîrmeha 2021 li herêma Avaşînê ya başûrê Kurdistanê, Dildar Erebo jî 16’ê Cotmeha 2019’an li Serêkaniyê şehîd bûye.

Back to top button