Agirê şerê li Xezayê, li nav xaka Iraqê geş dibe

Piştî êrişên li ser Xezayê, li Iraqê rojane êrişî hêzên Emerîkayê tê kirin.
Emerîka jî bersiva êrişan dide û êdî şerê Hamas-Îsraîlê ketiye nav xaka Iraqê.
Piştî êrişa dawî ya Emerîka ya li ser hêzên Heşdî Şeebî, ji rayedarên Iraqê daxuyaniyên tund tên.
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku êdî hêzên Iraqê dikarin welat biparêzin û pêwîstiya wan bi hêzên biyanî nîne.

Piştî şerê Hamas-Îsraîlê li Iraqê jî komên piştgiriyê didin Hamasê ketine nava liv û tevgerê.

Ji 17’ê Cotmeha 2023’an ve bi dehan car komên çekdar êrişî hêzên Emerîka yên li Iraqê kirin e.

Emerîka jî bersiva êrişan dide û li Iraqê her roja diçe tansiyon bilindtir dibe.

Duh li kolana Filistîn ya li Bexdayê, bi balefirek bê mirov û bi çek baregeha hêzên Heşda Şeebî hate bombekirin.

Piştî êrişê Tevgera Nucebayê kuştina fermandarê xwe yê bi navê Ebû Teqwa Seîdî û alîkarê wî ragihand.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Emerîkayê ragihand ku êriş ji aliyê wan ve hatiye kirin.

Piştî êrişê ji saziyên Iraqê daxuyaniyên tund

Bi êrişa dawî ya Emerîka ya li ser Heşdî Şebî re, ji hikumet û rayedarên Iraqê nerazîbûnên tund hatin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl li ser êrişê daxuyaniyek da,

Yehya Resûl êriş weke teror bi nav kir û got:

“Ji êrişa îro ya li ser Heşda Şeebî, Hevpeymaniya Navneteweyî berpirse.”

Serokomariya Iraqê jî bi daxuyaniyekê êrişa li ser baregeha hêzên Heşdî Şeebî ya li Bexdayê şermezar kir.

Serokwezîrê Iraqê: Êdî hêzên Iraqê dikarin welat biparêzin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî jî têkildarî mijarê, di merasîma salvegera kuştina Fermandarê Supay Pasdarên Îranê Qasim Silêman û Cîgirê Serokê Desteya Heşdî Şeebî Ebû Mehdî Muhendis, ya li Bexdayê de axivî.

Mihemed Şiya Sudanî diyar kir ku mafê tu kesî nîne serweriya Iraqê binpê bike û got;

“Ji bo vekişîna hêzên Hevpeymana Navnetewî ya Iraqê, lijneyek hatiye avakirin.

Ji ber ku niha hêzên me dikarin ewlekariya welat biparêzin.”

Baregeha hêzên Emerîka careke din hate armanckirin

Piştî daxuyaniyan îro danê sibehê, baregeha hêzên Emerîkayê ya li Eyn Esed hate hedefgirtin.

Koma Meqawmey Îslamî (Berxwedana Îslamî) ragihand wan baregeh bombebaran kirin e.

Li gorî tê dîtin agirê şerê ku di navbera Hamas û Îsraîlê de destpê kirî, li Iraqê geş dibe.

Iraqê êrîşên li ser Haşdî Şabî şermezar kir

Back to top button