KCK: Êrişa li Îranê, li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn bû

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê teqînên li bajarê Kirman a Îranê weke êrişeke li dijî hemû gelên Rojhlata Navîn binav kir.
KCK’ê got: Hêzên doh li pişt DAIŞ’ê kirin ku DAIŞ êriş bike.
Rêveberiya Xweser jî sersaxî ji malbatên qurbaniyên teqînê re xwest.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî teqînên li parêzgeha Kirman a Îranê daxuyaniyek belav kir.

KCK’ê despêkê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û wiha got:

“Em mirovên ku hatine kuştin bi rêzdarî bi bîr tînin û di serî de malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, ji gelên Îranê re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Ji destpêkê ve diyar bû ku êriş bi mejiyê DAIŞ’ê hatiye kirin. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Ev êriş ne tenê li hemberî gelên Îranê, li dijî tevahiya gelên Rojhilata Navîn hate kirin.”

KCK: Hêzên duh li pişt DAIŞ’ê, kirin ku DAIŞ êriş bike

KCK’ê diyar kir ku ji bo gurkirina şerê li Rojhilata Navîn DAIŞ tê karanîn û ev tişt anî ziman:

Hêzên ku dixwazin şer li Rojhilata Navîn kûr bibe piştgirî dan DAIŞ’ê û berê DAIŞ’ê da Kurdan û hemû gelan. Niha jî heman hêzan ji bo heman armancê kirin ku DAIŞ êriş bike. Doh kî li pişt DAIŞ’ê disekinî, îro jî heman hêz li pişt DAIŞ’ê disekinin û kirin ku DAIŞ êriş bike.

KCK: Şerê li dijî Kurdan tê wateya kûrkirina şerê li Rojhilata Navîn

KCK’ê îşaret bi çêkerê DAIŞ’ê kir û wiha bi dawî kir:

Dewleta Tirk û rêveberiya Tayyîp Erdogan dixwazin şerê li Rojhilata Navîn kûr bibe. Ji ber vê yekê li her derê êrişî Kurdan dike, êrişî binesaziya Rojava dike. Ev êriş vê rastiyê radixe pêş çavan. Divê her kes vê zanibe û fêhm bike. Şerê li dijî Kurdan tê wateya kûrbûn û belavbûna şer li Rojhilata Navîn.

Rêveberiya Xweser sersaxî da malbatên qurbaniyên Îranê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û wiha got:

Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û diyar dikin ku hedefgirtina welatiyan di bin her rewşî de kiryarekî dijî pîvanên exlaqî û qanûnî ye. Em tevahî şêweyên tundî û kuştinê şermezar dikin, ji ber ku karekî terorane ye.”

Elî Xamneyî: Em ê bersiveke tund bidin êrişkaran

Back to top button