Di bersivdayîna QSD’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Artêşa Tirk tevî çeteyên girêdayî wê êrîş birin ser gundên Eyn Îsayê, şervanên QSD’ê jî bersiv dan, di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Artêşa dewleta Tirk bi çekên giran êrîşî başûrê rêya M4 kirin û navendên artêşa rejîma Sûriyê yên li derdora gundê Bîr Îsa yê dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê kirin armanc.

Di encamê de 3 erebeyên hêzên rejîmê hatin teqandin û hejmarek ji leşkerên rêjîmê hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve şervanên QSD’ê bersiva êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser gundê Fatsa û başûrê rêya M4 dan.

Di bersivdayînê de erebeyek zirxî hat teqandin û 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gundê Heşlûm yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê jî di navbera rêjîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk de bi çekên giran şer rû da.

Her wiha hêzên Rêjîmê bi çekên giran navednên çeteyên dewleta Tirk li gundê Fairs a dikeve rojavayê bajarê Girê Spî kirin armanc.

Leave a Reply

Back to top button