HPG’ê nasnameya şehîdekê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya Amara Ekîn Ceren li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû eşkere kir. HPG’ê ji malbat û gelê kurdistanê re sersaxî xwast û soza pêk anîna armancê şehîdan da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayeke şehîd daxuyani da.

HPG’ê diyar kir di 26’ê Cotmeha 2023’an de hevrêya me Amara Ekîn Ceren li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi qezayekê şehîd bû.

Di daxuyaniya wiha hat gotin:

“Hevrêya me Amara bi dilxwaziya xwe ya azadiyê dest bi jiyana gerîla kir.

Di her kêliyê de azadî hîs kir, ji bo parastina jiyana gerîla ya pîroz têkoşîneke bêeman meşand.

Hevrêya me bi durustî û kesayetiya xwe ya xwezayî cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de girt.

“Hevrê amara bû milîtanek mînak a PAJK’ê”

Di her karî de serketî bû û bû yek ji mînakên herî baş ên milîtaniya Apoyî.

Bi kûrbûna xwe ya li ser xeta azadiyê ya jinê bû milîtaneke mînak a PAJK’ê.

Hevrêya me Amara weke gerîlayeke leheng a YJA Starê nasnameya jina azad bi awayekî serketî temsîl kir.

Hevrê Amara gelek gerîlayên jêhatî perwerde kir û di warê bîrdozî û leşkerî de jî xwe tim perwerde kir.

Bi rolên xwe yên mamostetî û xwendekariyê gihîşt asteke girîng.

Hevrêya me di her xebata ku di nav de cih digirt de serketin weke yekane rê qebûl dikir.”

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:

“Hevrêya me Amara ji ber qezayekê şehîd bû, lewma em sersaxiyê ji malbata wê ya hêja, gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna mînak a hevrêya xwe Amara bi serketinê tacîdar bikin.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameyên şehîd wiha ye:

Ajda Çetîn, bi nasnav Amara Ekîn Ceren, li Mûş’ê ji dayik bûye, 26’ê Cotmeha 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Nasnav: Amara Ekîn Ceren
Nav paşnav: Ajda Çetîn
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik: Mûhsîne
Bav: Hakî
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Cotmeha 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button