Sê birayên Ereb in bi hev re li dijî êrişên li ser Eyn Îsayê li ber xwe didin

Ebû Leyla, Xedeb û Elîşêr sê bira ne. Şervanên QSD’ê ne û ji pêkhateya ereb in.
Ji Reqayê ne lê ji ber êrişên rojane, niha li Eyn Îsayê li eniyên şer in. Bi hev re hersê bira li dijî êrişên Tirkiyeya dagirker li ber xwe didin.

Hersê ji malzarokekê ne û îro di yek sengerî de malzaroka gelê xwe diparêzin.

Helbet wan zordestiya DAIŞ’ê dîtine û îro li hemberî palpişta wan şer dikin..

Ebû Leyla, Xedeb û Elî şer..

Sê bira û sê rêheval in!

Bi eslê xwe ji Tebqayê ne, lê niha li Eyn Îsayê bi zend û bendê xwe, bi yek destî tifinga li dijî dewleta Tirk diteqînin.

Rêwîtiya van şervanan a tevlîbûna nava Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê jî, ne dûrî çîrokên din ên qehremaniyê ye.

Şervanê QSD’ê Ebû Leyla dibêje:

“Dema ku Reqa rizgar bû, em tev li QSD’ê bûn.

Me dît şervanên QSD’ê çawa alîkariya gel dikir.

Ew Kurd in, em Ereb in, cudahî di navbera me de tune ye.

Em 3 bira cihê xwe di eniyên şer de digirin. Me dît ku tu ferqa dagirkeriya Tirk û DAIŞ’ê nîn e.

Şervanê QSD’ê Xedeb jî wiha behsa dema tevlêbûna xwe ya nava refê têkoşînê dike:

“Me li Reqayê zulm û zordariyên dijwar ji dest DAIŞ’ê dît.

Piştre YPG û YPJ hatin, Kurd û Ereb bûn yek û Reqa ji zulma DAIŞ’ê rizgar kir.

Em her sê bira ji bo vê dozê tev lê bûn. Em ji bo hevalên xwe, xwe feda dikin, ji ber ku em fêrî hevrêtiya rast bûne.”

Yek ji sê birayan şervanê QSD’ê Elîşêr e .

Elîşêr bi van gotinan peyamê dide dewleta Tirk û hemû dijberên projeya Rêveberiya Xweser :

Bi tu awayî cudahî di navbera Kurd û Ereban de tune ye.

Çawa ku gelên herêmê bi hev re dawî li çeteyen DAIŞ’ê anî, îro jî bi hevgirtina xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin.”

Back to top button