Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê polîsan şeva sersalê li du ciwanên ku cilên netewî li xwe kiribûn dan û îşkence li wan kirin.
Kamareya ewlehiyê ya dikanekê vê kêliya tundiya polîsan li hember herdu ciwanên kurd eşkere dike..
Polîs bi wesayîta zirxî pêşiyê li herdû ciwanan digrin û êrişî dikin.
Polîs serê van her du ciwanan li wesayîta zirxî dixin û piştre bi pehîn û kul-man li wan didin.
Paşê, derdikeve holê ku kamîre li cihê bûyerê hene û herdû ciwan serî li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrdînê didin.
Hêjayî gotinêye li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê Kurd her tim rastî êrişên bi vî rengî ya polisên Tirk û faşistan hatine.
Beriya niha li Amedê jî Polîsên tirk di nava kolanekê de ciwanekî kurd li rê girtin û lêdan.