Şêwirmendê serokê hikûmeta Ozbekistanê serdana Qamişlo kir

Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser pêşwaziya şêwirmendê serokê hikûmeta Ozbekistanê Mahruddin Xêredînov kir.
Her du aliyan behsa mijarên têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmê û bandorên êrîşên dewleta Tirk kirin.

Şêwirmendê serokê hikûmeta Ozbekistanê û balyozê Ozbekistanê yê berê yê Rûsyayê Mahruddin Khaira Deneov serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Qamişlo kir.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Abdulkerîm Umer, cîgirê wî Fener Giêt û endamên Desteya Rêveberiyê Sena Deham û Hiner Bîjo pêşwaziya şandeyê kir.

Şandeya Ozbekistanê rewşa li herêmên Rêveberiya Xweser nîqaş kir

Herdu aliyan behsa rewşa Sûriyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweser bi taybet kirin û hat piştrastkirin ku divê aloziya Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî were çareserkirin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Umer behsa rewşa mirovî û bandorên Qanûna Qeyser li ser rewşa aborî li herêmê kirin.

Her wiha behsa girtina dergeha Til Koçerê kir, ku li gorî vetoya rûsî û çînî dergeh hatiye girtin.

Herduyan gotin ku divê civaka navneteweyî bi berpirsyariya xwe rabe, alîkariyên mirovî bigihîne herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê û ji bo têkoşîna vîrusa Coronayê pêwîstiyên tenduristî pêşkêş bikin.

Di civînê de herdu aliyan behsa êrîşên artêşa Tirk ên li ser şêniyên Bakur û Rojhilê Sûriyê kir û sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tîne.

Her wiha di civînê de behsa trajediya koçberên bi darê zorê ji malên xwe derketin û li kampên Bakur û Rojhilê Sûriyê bi cih bûne û dosya malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên kampên Roj û Holê hate kirin.

Şandeya Ozbekistanî û Rêveberiya Xweser li ser pêşxistina têkiliyan teqez kir

Di dawiyê de, Şêwirmendê serokê hikûmeta Ozbekistanê Mahruddin Khaira û Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Umer diyar kir ku divê têkiliyên di navbera her du aliyên de xurtir bibe.

Tê payîn ku şandeya hikûmeta Ozbekistanê serdana hin saziyên Rêveberiya Xweser bike.

Back to top button