Dagirkeran 7 jin ji gundê Meydana ya Raco revandin

Bi awayekî rojane kiryar û hovîtiya dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dikin.
Dagirkeran 7 jin ji navçeya Raco û li Efîn û Cindirêsê jî du sivîl revandin.
Dagirker li navenda Efrînê malên şêniyan jî desteser dikin.

Ji bo guhatina damografiya Efrînê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên hovane li dijî Efrîniyan zêd dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku 23’ê Mijdarê, çeteyan ji gundê Meydana ya navçeya Raco 7 jin revandin.

ji wan çar bi navê
Gulê Nûrî Reşîd(40)
Mewlîde mihemed Cabo(65)
Helîme Mûse Colî(60)
Asiye Miohemed Caro (65) hatin nas kirin.

Dagirkeran li navenda Efrîn û Cindirêsê du sivîl revandin

Malpera Afrinpostê ragihand ku ji bo standina pereyan beriya bi demekê, çeteyan li navenda Efrînê ciwanekî Kurd bi navê Ehmed Ebdo revand.

Malperê dazanîn ku çeteyan piştî deh rojan 4 hezar dolar ji Ebdo standin û ew berdan.

Sêşema derdazbûyê jî, çeteyan şêniyê bi navê Hisên Ferîd Hisên (32) yê ji navçeya Cindirêsê revand û heya niha çarenûsa wî nediyar e.

Çeteyan li taxa Efrîna kevin du mal desteser kirin

Li aliyê din; Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûrî diyar kir ku li taxa Efrîna Kevin ya Efrînê, çeteyan malê şêniyê bi navê Şêxo Cemîl destser kir û bi hezar û 400 dolar firot.

Li Heman taxê jî çeteyan malê şêniyê bi navê Seîd Cemîl desteser kir û bi hezar û 200 dolar firot.

Dagirker darên darsitana Meydankê ya Şera dibirin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî eşkere kir ku bi armanca bazarganiya êzingan çeteyên girêdayî delweta Tirk darên daristanên ku derdora gundê Meydankê yê Şera birîn.

Li gorî Çavdêriyê, çeteyan her weha darên zeytûn û henaran dibirin û her tonek êzing bi 200 dolar difroşin.

Back to top button