Du welatiyên din li Efrînê hatin revandin

Aloziya li herêmên dagirkirî bi dawî nabe. Li Efrîna dagirkirî 2 welatî hatin revandin û 100 dar hat birîn. Her wiha komên çete biryar girtine ku kî li dijî lihevkirinên Enqerê û Şamê beşdarî çalakiyan bibe ew ê were cezakirin.

Dizî, talankirin, kuştin û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî didomin.

Li Efrîna dagirkirî revandina welatiyan didome û hat ragihandin ku komên bi navê polîsên Sivîl, beriya çend rojan du welatî ji gundê Mehbetilî revandine.

Ev herdû welatî bi buhaneya di nav komînên Rêveberiya Xweser de cih girtine hatin revandin..

Ji bo berdana wan jî koma bi navê polîsên sivîl fidye ji malbatên wan xwestine..

Çeteyan 100 darên Efrîniyan birîn

Her wiha li navçe û gundewarên Efrînê çeteyên dewleta Tirk 100 darên zeytûnan birînî û li bazaran van daran wekî êzing difroşin.

Li aliyê din, çeteyên bi navê Sultan Mûrad xaniyê welatiyekî ku ji Efrînê hatiye koçberkirin desteser kiriye û bi 900 dolarî firotiye.

Ev kiryarên ku rojane li Efrînê rû didin bi armanca guhertina demografiyê ne.

Li heber daxwazên lihevkirinê yên Enqerê û Şamê jî gelê li herêmên mîna Idlib, Bab û her wekî din herêmên dagirkirî nerazîbûnan nîşan dide û banga çalakiyan li dijî dewleta Tirk dike.

Hat hînbûn ku serçeteyên komên dewleta Tirk hemû endam û malbatên xwe hişyar kirine ku kî beşdarî van çalakiyan bibe, ew ê werin cezakirin.

Parêzerên ku li Efrînê çalakî lidar xistin rastî êrişê hatin

Li Efrîna dagirkirî jî li ser navê parêzeran li pêş avahiya Dadgehê hewl hatiye dayîn ku çalakiyek li dijî lihevkirina Enqerê û Şamê were lidarxistin..

Komên bi navê polisên sivîl êrişî xwepêşandêran kirin..

2 Kesên bi kamîreyan çalakiyên li dijî Tirkiyê li Idlibê dişopandin hatin êşkencekirin

Çavdêriya Mafê Mirovan A Sûriyê jî ragihand ku li bajarokê Gullî yê Idlibê, komên çete du çalakvanên ku bi kamîreyan çalakiyên li dijî Tirkiyê dişopandin hatin girtin û êşkence kirin..

Back to top button