Hêzên QSD’ê û Asayîşê, operasyonên lêgerîn û paqijkirinê li nava Taxa Xiwêran û hundirê avahiyên girtîgeha Sînaa de, didomîne. Di encama van operasyonan de, li girtîgehê hejmarek çek û cebilxane hat dîtin û li taxê jî komek çete, hat girtin.
QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyonên îro, tevgereke çeteyan li taxa Xiwêran dîtin.
Hat piştrastkirin ku ev tevger a komek çeteyên DAIŞ’ê bû.
Van çeteyan bi çekan dixwestin êriş û tevliheviyê derxin.
Lê belê şervanên QSD’ê dor li wan girt û banga xweradestkirinê li wan kirin.
Li girtîgeha Sînaa hejmarek çek û cebilxane hat dîtin
Li aliyê din jî di encama xebatên lêgerîn û paqijkirnê yên li girtîgeha Xiwêran de, hejmarek çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ’ê hat dîtin.
Di nava cebilxaneya ku hat dîtin de, Kalashnikov, BKC, bombe û kemberên teqemeniyê, hebûn.