Kurtulmuş bo serokê 30. a meclisa Tirkiyê

Li Tirkiyê, piştî parlamento û serokomar, serokê Meclisê hate diyarkirin.
Parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Numan Kurtuluş, di tûra sêyemîn de bi 321 dengî bû serokê Meslisa Tirkiyê.

Parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Numan Kurtulmuş ji bo Serokê Meclisa Tirkiyê hat hilbijartin.

Di tûra yekem û duyemîn a dengdana ya Lijneya Giştî ya Meclisa Mezin a Tirkiyeyê de yek ji namzetan nekarî dengên pêwîst bi dest bixe.

Kurtulmuş di tûra sêyemîn a dengdanê de bi girtina dengên Tifaqa Cuhmur gihîşt 321 dengan bidest xist.

Bi vê yekê re, Kurtulmuş bû 30’emîn Serokê Meclisê.

Di tûra yekem a dengdana Lijneya Giştî ya Meclisa Mezin a Tirkiyeyê de 586 parlementeran dengê xwe dan.

Yek ji namzedan nekarî 400 dengên pêwîst ji bo hilbijartina Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyê ku piraniya sêyan duye, bidest bixe.

Piştî ku di tûra duyem de kes bi ser neket, tûra sêyan hat çêkirin.

Di tûra sêyan de 584 deng hatin avêtin.

Namzeta Partiya Çepên Kesk Tulay Hatîmogûllari 51,

namzetê CHP’ê Tekîn Bîngol 160,

namzetê Partiya ÎYÎ’yê Cîhan Paçaci 43,

namzetê TÎP’ê Şerafettîn Can Atalay 4 û namzetê AKP’ê Nûman Kûrtûlmûş 321 deng girt.

5 deng jî nehatin pejirandin.

Bivê yekê re, Kurtulmuş bû serokê 30’emîn yê Meclisa Tirkiyê.

Serokatiya Meclisê di warê hêzê de piştî serokomar, di rêza duyem de cih digre.

Kurtulmuş di sala 2018’an de di 6’emîn Kongreya Asayî ya AKP’ê de weke endamê Lijneya Rêveberî û Biryarê ya Navendî (MKYK) hatibû hilbijartin.

Kurtulmuş Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê bû.

Back to top button