NATO xwe ji bo tetbîqata herî mezin a hewayî amade dike

Tetbîqata hewayî ya herî berfireh a dîroka NATO’yê wê di navbera 12 û 23’ê Hezîranê de bê lidarxistin.

Tetbîqata hewayî ya herî mezin a dîroka NATO’yê ya bi navê “Defender 2023” wê navbera 12-23 Hezîranê bê lidarxistin.

Fermandarê Hêzên Hewayî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Orgeneral Michael Loh derbarê tetbîqatê de agahî da.

Loh diyar kir ku ji 25 welatên endamên NATOyê 10 hezar leşker û nêzî 250 balafirên şer wê beşdar bibin.

Fermandarê Hêza Hewayî ya Almanyayê (Luftwaffe) Korgeneral Ingo Gerhartz daxuyakirin ku bi giranî li ser xeta Bakur û Deryaya Baltîkê nêzî 2000 sefer têne plankirin.

Di senaryoya herî xirab de ew hêvî dikin ku di nav sivîlan de tenê çend deqe dereng bimîne.

Gerhartz destnîşan kir ku ‘ewlekarî berdêla xwe dide’ û got,

“Eger em dixwazin nîşan bidin ku em ji bo parastina welat û hevalbendên xwe amade ne, divê em van paşverûyan qebûl bikin.”

Girîngiya stratejiya Almanya

Di operasyona ku wê bi qasî 10 hezar leşker tê de beşdar bibin de, senaryoyên xurtkirina bilez a hêza hewayî ya ber bi Ewropa û parastina qada hewayî ya NATO’yê ya di egera şereke muhtemel a bi Rûsyayê re, bê bicihanîn.

Almanya ku li ser axa xwe mazûvaniya bêtirî 35 hezar leşkerên Amerîkî dike, tê pêşbînîkirin ku ji ber cihê xwe yê erdnîgarî ji bo NATOyê di egera şerekî muhtemel a bi Rûsyayê re bibe xwedî girîngiyeke lojîstîkî ya mezin.

Tetbîqata ku wê bi giranî ji hêla baregehên hewayî yên li Almanyayê ve were organîze kirin, wê baregehên hewayî yên li Hollanda û Komara Çek jî bigire nav xwe.

Orgeneral Gerhartz diyar kir ku ew li bendê ne li dijî tetbîqata bi temamî li ser esasê stratejiyên parastinê ye, çalakiyên leşkerî yên Rûsyayê zêde bibin û wiha got,

“Em nîşan didin ku xaka NATO’yê xeta sor e û em amade ne ku her santîmetre çargoşeya wê biparêzin.

Li gel vê jî em ê ber bi Kalinîngradê ve ti seferan nekin.”

Back to top button