Îtalya: Di nava 3 rojan de 1400 koçber hatine xelaskirin

Di operasyonên ku ji serê hefteyê ve li peravên Îtalyayê pêk hatîn de, hezar û 400 koçber hatin rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Îtalyayê, balafireke çavdêriyê ya girêdayî Ajansa Ewlekariya Sînor û Peravê ya Yekîtiya Ewropayê (Frontex) piştî ku keştiyeke 590 koçber tê de bûn dît, dest bi operasyona rizgarkirinê kir.

Tîmên ewlekariya peravê diyar kirin ku 2 jê zarok 47 koçberên ku roja Sêşemê ji keştiya di xeteriyê de bûn rizgar bûne.

Operasyonên ku sibeha Duşemê li Derya Îyonê dabûn destpêkirin danê sibê bi dawî bûn.

Hat diyarkirin ku ji xeynî keştiya 590 koçber linav bûn, 2 keştiyên masîgiriyê ku yek jê 650 û ya din jî 130 koçber bûn, gihîştine wan.

Rayedaran derbarê netewbûna koçberan û rêya botan de agahî nedan.

Par jî li heman herêmê keştiya ku koçberên qaçax tê de bûn qelibî.

Di encamê de, 94 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 80 kes jî hatibûn rizgarkirin.

Her wiha 4 kes jî bi tohmeta qaçaxçitiya mirovan hatin binçavkirin.

Di bûyera navborî de jî tê lêkolînkirin bê îhmalkariya polêsên ewlekariya peravê ku bi hinceta şert û mercên hewayê dewriyeyên xwe qut kirine yan na.

Back to top button