Ji ber hilweşîna bendava Karxovka li Xersonê av 5,5 metre bilind bûye

Li Ukrayna hilweşîna bendava Kaxovka metirsiya li ser şêniyên herêmê didomîne.
Asta bilindbûna avê li herêma Xersonê derket 5,5 metreyî.

Li Ukrayna bendava hilweşiyayî bandoreke mezin li herêmê kiriye.

Alîkarê Serokê Servîsa Lezgîn a Ukraynayê Volodymyr Demchuk di bernameyeke televizyona herêmî ya ku beşdar bû de behsa rewşa herêmê ya piştî hilweşîna Bendava Kaxovka kir.

Demçuk, da zanîn ku hêj asta avê zêde ye, lê rêjeya bilindbûnê kêm dibe û got,

“Ava bajarê Xersonê ji ber teqandina bendavê 5,5 metre bilind bûye.”

Demçuk diyar kir ku li aliyê rastê yê çemê Dnipro di bin kontrola Ukraynayê de 20 wargeh di bin avê de man û ji herêmê 103 jê zarok bêtirî 1900 kes hatin veguhestina cihên ewle.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Xersonê Oleksandr Prokudin jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke da.

Prokudin destnîşan kir ku 600 kîlometre çargoşe a herêma Xersonê di bin avê de ye û ev tişt anî ziman:

“Ji sedî 32 ê erdê li aliyê rastê yê Dnipro û ji sedî 68 wê yê din jî li aliyê çepê ye.”

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Servîsa Lezgîn a Dewletê ya Ukraynayê hat dayîn de hat diyarkirin ku li herêmê 9 navendên tehliyeyê hatin avakirin.

Li aliyê rastê yê çem bi tevahî 20 wargeh û 2 hezar û 629 xanî di bin avê de man.

Ukrayna: Di rojekê de li bendavê asta avê 1 metre daket

Ji aliyê din ve di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya rêxistina HES’ê ya Ukraynayê “Ukrgidroenergo” de hat diyarkirin ku asta ava Bendava Kaxovkayê her ku diçe kêm dibe.

Rêjeya ava bendava li nêzî bajarê Nîkopolê li gorî saeta herêmî saet 08:00’an 13 metre bû.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo pergala enerjiyê bi awayekî hevsengî tevbigere, senaryoyên cuda tên karanîn.

Li Ukrayna bendava hilweşiyayî bi hezaran kes ji cihê wan kir

Back to top button