Piştî xwepêşandana şêniyên gundên Serê Kaniyê li dijî dagirkeriyê, çeteyan 6 kes revandin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, şêniyên gundê Qatûf ê Serê Kaniyê, li dijî dagirkeriya Tirk derketin xwepêşandanan.
Çavdêriyê da zanîn ku çeteyan piştî xwepêşandanê, girt ser malên şêniyên gund û 6 kes revandin.
Heta niha jî çarenûsa van kesên revandî nehatiye diyarkirin.
Di heman mehê de jî, ji heman gundî 8 ciwan hatibûn revandin.