Gerîlla li herêmên Zap û Xakûrkê li hêzên artêşa Tirk dan.
Di çalakiyan de 2 çeper hatin rûxandin û 9 leşkerê artêşa Tirk hatin kuştin.
HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk careke din bombeyên qedexekirî li dijî qadên gerîlla bikar anîne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîllayên wan bi çalakiyên fedaîane bersivê didin êrişên dagirkeriya Tirk.
Navendê di daxuyaniya xwe de encama çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir.
Li gorî vê;
Li herêma Zapê 8’ê Cotmehê hêzên dagirker xwestin li nêzî çeperên şer ên qada Sîda pergala kamereyên şopandinê bicih bikin.
Ji ber destwerdana gerîlla, hewldan biser neket û leşker naçar man paşde biçin.
Heman rojê dagirkerên li derdora Qada Çemço bûn armanca çalakiyên gerîlla.
HPG: 9 Leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin
Li Herêma Xakûrkê,
6’ê Cotmehê dagirkerên li Girê Şehîd Axîn bûn armanca rêzeçalakiyên gerîlla.
Di encamê de 6 leşker hatin kuştin.
Her wiha çeperek jî hat rûxandin.
8’ê Cotmehê li qada Girê Şehîd Derwêş gerîllayên jin bi çekên giran li hêzên dagirker dan.
Di vê çalakiyê de çeperek hat rûxandin û 3 leşker hatin kuştin.
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk di navbera 7 û 8’ê Cotmehê de,
6 caran bi bombeyên qedexekirî,
Û 13 caran jî bi balafirên şer Herêmên Parastinê yên Medyayê bombardiman kirin.



