Di roja 6’an a Mîhrîcanê de gelek film hatin pêşandan

Festîvala Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî ber bi dawiyê ve diçe û pêşbirka di navbera derhênerên beşdarî mîhrîcanê bûne de jî, zêde dibe. Duh di roja dawî de gelek filmên kin û dirêj li kampên Şehbayê hatin pêşandanan.

Festîvala Lêlûn a Sînemeya ya Navnetewî di roja xwe ya 6’an de gelek film li kampên Şehbayê pêşan dan.

Li kampa Berxwedan,

Fîlmê “The old man and the singer”, ji Îranê beşdar bûye û dema wê 33 deqe ye.

Fîlmê “ber bi rojê ve” yê derhêner Zîlan Silêman.

Fîlmê “Return” ê derhêner Selman Denîz, ji Tirkiyê beşdar bûye û dema wê 18 deqe û 34 sanî ye.

Fîlmê “Strawberries” ê derhêner Manius Karistus, ji Îranê beşdar bûye û dema wê 9 deqe û 41 sanî ye.

Fîlmê “Keep your first pupropose” yê derhêner May Ardan, ji Çînê beşdar bûye û dema wê 4 deqe û 45 sanî ye.

Fîlmê “Fundamentalisim” ê derhêner Metja Munchk, ji Slovaniya beşdar bûye û dema wê 7 deqe ye.

Fîlmê “Lionverse” yê derhêner Hydek Chun, ji Hong Kongê beşdar bûye û dema wê 3 deqe û 24 sanî ye.

Fîlmê “El-Miwazî, yê ji Rojava û dema wê 25 deqe û 34 sanî ye.

Fîlmê “Hope in painting” ku dema wê 15 deqe ye,

Fîlmên “Nêçîrvanê Dîn” ê ji Rojava beşdar bûye û Fîlmê DIS-PLAY yê ji Îtalya beşdar bûye û dema wê 4 deqe û 52 sanî ye”, hatin pêşandan.

Li Kampa Serdem jî 6 fîlmên dirêj û kin hatin pêşandan:

Fîlmê “Zhirleh” ê derhêner Behir Rûhanî, ji Îranê beşdar bûye û dema wê saetek, 1 deqe û saniyeke.

Fîlmê Korona-dawiya cîhanê, yê derhêner Docyanite ji Hindistanê beşdar bûye û dema wê 7 deqe û 9 sanî ye.

Fîlmê “Lowest Floor” ê derhêner Omîd Rîda Fêrxan, ji Îranê beşdar bûye û dema wê 14 deqe ye.

Fîlmê “The Castel” ê derhêner Sîba Qasimî, ji Îranê beşdar bûye û dema wê 37 deqe û 14 sanî ye.

Fîlmê “Play with pain” ê derhêner Hamid Şasîtêh, ji Îranê beşdar bûye û dema wê 3 deqe û 45 sanî ye.

Fîlmê “Finish” ê derhêner Seîd Neqafiyan, ji Îranê beşdar bûye û dema wê 5 deqe ye.

Her wiha fîlmê “Command” ê derhêner Ferşîd Ebidî, ji Îranê beşdar bûye û dema wê 5 deqe ye.

Di 6 rojên Mîhrîcanê Lêlûn a Navneteweyî de, 58 fîlmên beşdar hatin pêşandan.

Îro roja dawî ya festîvalê ye û navên bi ser ketine wê bên xelatkirin.

Back to top button