Çeteyan malê şêniyekî li Şiyê veguherandiye navendeke leşkerî

Dizî û talana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî, didome. Çeteyan malê şêniyekî li navçeya Şiyê veguherandiye navendeke leşkerî û li gundê Dîkê yê Reco jî 200 darên zeytûnê yên jineke Kurd desteser kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk mala şêniyê bi navê Henîf Bîlel ê li navenda navçeya Şiyê desteser kiriye..

Rêxistinê eşkere kir ku çeteyan, mal veguherandiye navendeke leşkerî.

Her wiha rêxistinê da zanîn jî ku çete, ji bo hiştina şêniyan di malên xwe de bacan li ser wan disepînin.

Çeteyan 200 darên zeytûnê yên jinekê li gundê Dîkê desteser kirin

Li aliyekî din, çeteyên dewleta Tirk jineke Kurd ji gundê Dîkê yê Recoyê ji 200 darên zeytûnê yên wê bêpar kirin.

Li gorî Malpera Afrîn Post, çeteyan her 200 darê zeytûnê desteser kirine û nahêlin jina Kurd biçe nava erdê xwe.

Tevî wê jî, çeteyan gefa êşkenceyê lê xwarine eger careke din daxwaza darên xwe bike.

Li gel van kirinên dermirovî jî dewleta Tirk û çeteyên xwe li navçeya Bilbilê, bacan li ser xwediyên darên zeytûnê li gorî jimara darên wî disepînin.

Li gorî heman malperê, li gundê Diraqliya yê Şerayê jî di bin navê xenîmê de darên zeytûnê hatine desteserkirin.

Back to top button