Li Pakistanê kuştina parêzer Ebdulrezaq şar bo sedema hêrsê

Du roj berê li Pakistanê li dijî parêzerê payebilind ê Dadgeha Destûra Bingehîn Ebdulrezaq Şar êrişek pêkhat.
Girêdayî êrişê serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan tê sûcdarkirin.
Lê partiya Xan jî hikumetê sûcdar dike.

Li dijî parêzerê payebilind ê Dadgeha Destûra Bingehîn Ebdulrezaq Şar beriya du rojan li bajarê Kuetta êrişek pêk hat.

Kesên ku nasnameya wan nehatin zanîn li ser motorsîkletê bi çekan êrişî Şar kirin.

Di encamê de Şar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Serokwezîrê berê yê Pakistanê xan ji bûyerê tê sûcdarkirin

Sîrac Ehmed kurê Ebdulrezaq Şar ji bo mirina bavê xwe serî li Dadgeha Bilind a Kuettayê da.

Sîrac serokwezîrê berê yê Pakistinê û Serokê Partiya Tevgera Edaletê ya Pakistanê (PTI) Îmran Xan bi teşwîqkirina kuştina bavê xwe tawanbar kir.

Polîsên Pakîstanê jî bi raporekî girêdayî bûyerê Xan wekî kesê ku teşwîq kiriye nîşan da.

Hêjayî gotinê ye ku Şar li dijî serokwezîrê berê Xan doza provokasyonê dixwest.

Lewma ev yek jî gumanên li ser Xan zêdetir dike.

Her wiha Ayetallah Tarar, Şêwirmendê Taybet ê Serokwezîr Şahbaz Şerîf, jî di daxuyaniyekê de Xan sûcdar kir.

Tarar bi îdiaya “PTI veguheriye partiyeke terorîst” diyar kir ku Xan nikare xwe ji vê dozê rizgar bike.

Partiya Xan hikumetê sûcdar dike

Li hemberî van tewanbaran partiya Îmran Xan jî hikumetê sûcdar dike.

Li dijî vê yekê Berdevkê PTI’yê Rauf Hasan ev îdia red kir û Serokwezîr Şahbaz Şerîf û Wezîrê Karên Hundir Rana Sanaullah bi kûştina Şar sûcdar kir.

Back to top button