Çeteyan Nûrî Bilo li hember 11 hezar dolar berdan

Herî dawiyê jî welatiyek ku hatibû revandin li hember 11 hezar dolarî hate berdan û hin erdên desteserkirî hatin firotin.

Efrîn NEWS 24 ragihan ku çeteyên Ehrar Elşerqiyê bi serkêşiya serçete Kemal Eleşqer ‘Ebû Hido’ welatiyek revandibûn.

Navê kesê hatibû revandin Nûrî Bilo ji navçeya Racoyê.

Efrîn News da zanîn ku Bilo piştî 11 hezar dolar daye çeteyan, hate berdan.

Çeteyan erdên zarokên Cahîd Axa yên desteserkirî firotin

Li aliyekî din jî ofîsa aborî ya girêdayî çeteyên Eherar El-şerqiyê hin erdên ku desteserkirine firotin.

Efrîn News diyar kir ku ew erd milkên zarokên Cahîd Axa yê ji navçeya Şêrawayê ne.

Li gorî Efrîn News erd bi 2 hezar û 500 dolarî hatin firotin, beşek mezin jî jê genim lê hate çandin û hin beş jî bi 500 dolarî kirê hatin dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku ev kiryar ji kiryarên avakirina mêtingehan ne dûr in armanc yeke, ew jî guhrtina demografiya Efrîn e.

Di meha Adarê de li Efrînê 9 welatî hatin revandin

Back to top button