Di meha Adarê de li Efrînê 9 welatî hatin revandin

Di meha Adarê de çeteyan komkujiyek li Cindirêsê pêk anî.
Di encamê de 4 welatî ji heman malbatê şehîd bû û jineke ducanî qetil kir.
Her wiha Êzidî bi zorê Misliman kir.

Ji dema dagirkirina Efrînê heta niha, dewleta Tirk bi temamî polîtîkiya qirkirinê pêk aniye.

Ji bo guhertina demografiyayê û qirkirinê hemû rê û rêbaz hatin bikaranîn û hîn jî didomin.

Destpêka dagirkirinê, nîşane û taybetmendiyên Tirkî da Efrînê.

Navên kolan, deverên giştî, nexweşxane, gund û bajarok guhertin..

Nasname , ziman , pere û xwendina Tirkî ferz kirin.

Ji kuştin ,revandin ,talankirin û wêrankirinê bigre hemû sûc pêk anîn.

Niha bi armanca tirsandina şêniyên resen komkujiyan pêk tîne.

Ev sûc êdî digihêjin asta qirkirinên etnîkî.

Di şeva Newrozê de de çeteyên dewleta Tirk komkujiyek li dijî malbateke kurd pêk anî.

Di encama wê komkujiyê de 4 welatî;

  • Ferehudîn Osman (43)
  • Îsmaîl Osman (38)
  • Mihemed Îsmaîl Osman (18)
  • Mihemed Osman (42) şehîd bûn

Piştî komkujiyê, bi hezaran şêniyên navçeyê, gund û navçeyên kantona Efrînê li dijî dagirkeriyê daketin qadan.

Lê rayedarên ENKS û MÎT`a Tirk, bi lez destwerdana xwepêşandanan kir û hewl dan rê li pêşiya wê bigirin.

Ji ber wê gef li malbata her çar şehîdan xwarin û ew neçar kir ku beyî îfadeya wan bigirin, kaxizeke spî îmze bikin.

Di 22`yê Adarê de li heman navçeyê çeteyên dewleta Tirk jineke ducanî li pêş çavên hevjînê wê kuşt.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, çeteyên bi ser dewleta Tirk di Adarê de 9 welatî revandin.

SOHR rahghand ku dewleta Tirk di meha Adarê de 3 hezar darên zeytûnê birîne û kirine êzing.

Dewleta dagirker bi desteka komeleyeke qatarî dest bi avakirina mêtingehekê li gundê Hêkiçê yê navçeya Şera kiriye.

Herî dawî di bin gefxwarinê de, 2 welatiyên Êzidî ên ji gundê Qîbarê yê navçeya Şera ne, neçar kir ku bibin Misliman.

Back to top button