Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk bi zorê 2 Êzidî kirin misilman

Piştî li Cindirêsê di şeva Nerwrozê de 4 ciwan Kurd hatin qetilkirin.
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî 2 zilamên ku Êzidîne bi zorê kirin misilman.
Çeteyan weke ku bi dildarî bûne misilman dîmenên wan li ser malperên dijîtal belavkirin.

Heyder Şêxo û Arif Şêxo, du kurdên Êzidî ji gundê Qîbarê yê Efrîna dagirkirî ne..

Bi darê zorê û gefa çekê, wan dûrî ola wan dixînin û dîmenên wan belav dikin.

Wekî Şengal, îro dagirkeriya Tirk islamê li Êzidiyan disepîne û hewl dide ola kevnar ji kokê ve rake.

Yek ji serçeteyên “Ehar El-Şerqiyê” Ehmed Ziyûk wan dikişîne baregheke xwe û di bin gefê de, dihêle ku herdû êzidî bibin misliman.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê, herdû êzidiyan daxwaz kiriye ku ev dîmen neyê belavkirin, lê belê ji bo baweriya Êzidiyan bişkînin, belav kirin.

Ji çaxa ku Efrîn hatiye dagirkirin, gelek caran komên çete bi ser mala vê malbata Êzidî de girtiye û çendîn caran ew reavandine.

Her wiha tim dagirkerên ku ketine gundên wan de, ew bi rihetiya wan nedihiştin.

Ev serçeteyê ku navê şêx jî li xwe kiriye, Malpera Efrîn Post dibêje ku “dest daniye ser mala vê malbata Êzidî û ew kişandine baregeheke çeteyan da ku vî dîmenî bi wan belav bike”

Herdu Êzidî ji tirsa kuştinê, wê kêliyê qebûl dikin ku pendên Islamê bêjin, lê Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrînê eşkere dike ku “wan dev ji ola Êzidî bernedaye”

Kurdên êzidî li Efrînê berî dagirerkeriyê li 22 gundan belav dibûn û hejmara wan nêzî 25 hezar kesî bû.

Lê niha, malên wan hatine destserkirin û tenê hezar Êzidî li wir mane û ew jî tim di bin gefa kuştin û şantajê de ne.

Di rewşa heyî de, dagirkeriya Tirk projeya DAIŞ ya 2014an didomîne û fermaneke din dubare dike

Back to top button